HPGe: Di meha Îlonê de me 3 helîkopter û komeke dironan êxistine!

Amar-9-PKK-vs-Turkey-info

Rêxistina PKKê amara şerê xwe yê saxte ya meha Îlonê ragihand û li gorî wê 28 leşkerên Tirk û 4 Gerîla hatine kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 2 Cotmeha 2024ê amara meha Îlonê ya şer ragihand û eşkere kir di vê mehê de artêşa dewleta Tirk 531 caran êrîşî herêmên Gerîlayan li Başûrê Kurdistanê kirî ye.

HPGê di amara xwe de dîsa ji derew gotiye ku di meha Îlonê de 28 leşkerên Tirk hatine kuştin yêk jê fermandarekî payebilinde, her wiha 4 Gerîlayan jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê her wiha gotiye ku Gerîlayan 3 helîkopter û hejmareke dironên Tirkiyê derb dane û êxistine!.

Partiya Karkeran û dewleta Tirk serê hemû mehekê amarên şer radgehînin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û tenê vê weke şerekî medyayî yê taybet li dijî hev di meşînin û yên ku zirara rastîn ya şer didin tenê welatiyên Başûrê Kurdistanê ne.

Pustên heman beş