Cemîl Bayik rûniştingeha xweya li Silêmaniyê guhert…

Cemîl Bayik rûniştingeha xweya li Silêmaniyê guhert…

Piştî ku Îsraîlê serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah kuştî, lîderên hêzên alîgirên Îranêyên li Rojhilata Navîn jî ji tirsa canê xwe cihên vehewîna xwe guhertin. Hat diyarkirin ku Hevserokê PKK’ê Cemîl Bayik ku bi nêzîkbûna xweya bi Îranê re tê naskirin jî cihê xwe guhertiye û koçî cihekî din kiriye.

Bayik ku endamê damezrînerê PKK’ê ye, navê hevserokatiya KCK’ê bi kar tîne. Cemîl Bayik ji salên 1980’an ve bi têkiliyên xweyên bihêz bi Îranê re tê naskirin. Ji sala 1998an vir ve nêzî 26 salin li herêmên di bin kontrola Îranê de bênavber dijî. Piştî ku Cemîl Bayik di sala 2013’an de bû Hevserokê KCK’ê, bi rêya têkiliyên bi Îranê re û bi pêdawîstiyên lojîstîkên ku Îranê jê re amade dikirin, gav bi gav çû Silêmaniyê. Di sala 2016an de Bayikê ku cara ewil li Qaraçolan dima, ji bo ku karê xwe bi rihetî bimeşîne, anîn herêmeke nêzî navenda bajarê Silêmaniyê. Bayik ku ewil li gundekî nêzî Çartayê ma, ji ber dûrbûna ji bajêr û zehmetiyên di rêvebirina Rêxistinê de ji aliyê Îranê ve hat veguhestin bo Mêrge Panê ku 25 deqeyan dûrî Silêmaniyêye û li wir bi piranî vîllayên havînê hene. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku Bayik ev demeke dirêje li Mêrge Panê ku bi gelemperî kesên dewlemend û rêveberên YNK’ê lê dimînin, dimîne, her çend dem bi dem cihê xwe diguherîne jî lê belê bi gelemperî li heman herêmê li çend cihên cuda dimîne.

Hate diyarkirin ku Bayikê ku bi taybetî girîngî daye ewlehiya xwe û cihê wî ji aliyê rêveberên PKK’ê ve jî nediyar bû, di van rojên dawî de cihê xwe guhertiye û koçî herêmeke nû kiriye. Çavkaniyên nêzîkî PKK’ê wisa difikirin ku Cemîl Bayik çûye Îranê. Çavkaniyên nêzî PKK’ê wisa difikirin ku li bajarê Urmyeyê malek heye ku kesên mîna Karasu û Sabrî Ok lê dijîn û Cemîl Bayik jî niha tevlî vê ekîbê bûye. Çavkaniyên nêzîkî PKK’ê diyar dikin ku piştî ku Nasrallah bi mûşekên Îsraîlê hat kuştin, serkirdeyên pilebilindên PKK’ê li Silêmaniyê û derdora wê cihên xwe guherandine û hewl dane ku li şûna wan xaniyên ku bi gelemperî bikar tînin, li gel sivîlan di heman malan de bimînin.

Pustên heman beş