Di 10 rojan de PKKê 37 çekdarên xwe li Herêma Kurdistanê ji dest da ne

10-roj-pkk-ilon-octobar-Net

Ji 23î meha Îlonê ve, bi êrîşên asmanî, 37 çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê hatine kuştin, hemwext 7 li Rojava Kurdistanê.

li gorî amarên artêşa Tirkiyê, ji 23î meha Îlona îsal 2024ê ve, 37 çekdarên PKKê li herêmên, Xakurk, Gare, û Asosê ketine ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Rêxistina PKKê heya îro jî mirina ti yêk ji van çekdaran ranegehandiye.

Li Rojava Kurdistanê jî di heman demê de, bi êrîşên asmanî 7 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence” li sînorê navçeya Amêdiyê kirbû.

 Li Hezîrana îsal 2024an jî qûnaxeke din ji vê operasyonê destpêkir û hêjan jî dewam dike. Ji wê demê ve PKKê wendahiyên mezin da ne û rojane ciwanên Kurdan bi destê artêşa Tirk dide kuştin.

Pustên heman beş