Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigire, zarokekî temen biçûk ji bajarê Kobanê bi mebesta çekdarkirina wî di nava refên partiyê de revand.
Çavkaniyên pêgeha Dark Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” di roja 10/9/2024an de li gundê Bîr Mihlî ê ser bi bajarokê Kobanê zarokekî 12 salî yê bi navê Nesredîn Salih Şêxî ku ji şêniyên gundê Bîr Tihlî yê başûrê Kobanê ye revand.
Çavkaniyên Darka Mazî dan zanîn, di dema revandina vî zarokî de, bavê wî zarokî ji boy azadkirina kurê xwe ji destê van çeteyan dest avêtiye çek û teqe li van çeteyan kiriye, ji ber vê sedemê yek ji endamên vê grûpa çete ê bi navê “Xalid Îsa Muslim” ku kadroyê PKK’ê ye û ji şêniyên gundê Bilê yê ser bi Kobanê ye birîndar bûye, piştre bavê Nesredîn ji aliyê asayîşa PYD’ê ve hatiye desteserkirin û kurê wî jî ji aliyê çeteyên “Ciwanên Şoreşger” ve ber bi cihekî nediyar ve hatiye revandin.
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.