Du qurbaniyên din yên destê PKKê aşkere bûn

Du qurbaniyên din yên destê PKKê aşkere bûn

Nasnameya du qurbaniyên din yên şerê saxte yê PKKê aşkere bûn ku ev 6 salin rêxistinê mirina wan li malbatên wan veşartî ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 3 Cotmeha 2024ê nasnameya du çekdarên xwe yêk jê keç aşkere kir ku li 4 îlona 2017ê li herêma Zapê dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştibû.

Nasnameya her du Gêrîlayan bi vî rengîne:

Ersîn Tahir ji Wanê.

Denîz Metîn ji Şirnexê.

Li gorî HPGê Ersîn li sala 2007ê û Denîz li 2015ê tevlî refên rêxistina PKKê bûbûn.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş