Fermandareka Yekîneyên Parastina Jin YPJê ya ser bi PKKê ve, di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de li Rojava Kurdistanê hate kuştin.
YPJê ku yêk ji baskên leşkerî yên PKKê ye li Rojava Kurdistanê, îro roja şemî 4 Cotmeha 2024ê ragihand ku fermandara wan ya bi navê Xezal Yûsif û kodnavê Jînda Cûdî, duh roja înî 3 Cotmeha 2024ê di êrîşeke dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da ye.
Destnîşan kir, fermandara YPJê Xezal Yûsif li bajarokê Amûdê yê girêdayî Qamişloyê li Rojava Kurdistanê ketiye ber êrîşê.
Xezal Yûsif fermandara YPJê ji herêma Botanê ye, ew li sala 2003ê tevlî nava refên PKKê bûbû, duh di êrîşeke balafirên bêmirov yên dewleta Tirk de hatiye kuştin.