16 hezar koçber ji Libnanê çûne Rojavayê Kurdistanê

Libnan-Kocber-rojava-kurdistan-Net

Pêla koçberiya Libnaniyan û xelkê Sûriyeyê ya ber bi Rojavayê Kurdistanê ve berdewam dike. Heta niha 16 hezar Sûriyeyî û Libnanî gihiştine Rojavayê Kurdistanê.

Êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê û Beyrûtê berdewam dikin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku heta niha 16 hezar û 243 Sûriyeyî û Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê hatine Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser hinek kes vedigerin yan diçin malên xwe yan jî li cem xizmên xwe dimînin.

Ji bo wan kesên ku ti nas û cihên wan li herêmê nîne kon tên vedan.

Li gorî zanyariyan Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Libnanê û Weqfa Newrozê ya Çandî û Civakî ji bo ew kesên dixwazin biçin Rêveberiya Xweser hêsankariyê dikin.

Pustên heman beş