Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 14 salî revand

Ciwanen SHorashgar-zarok-14

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” a ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê)ve zarokek ji gundekî navçeya Şêrawaya gundewarê Efrînê, bi armanca tevlîkirina wê di nava refên partiyê de revandin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zaroka bi navê Yousra Ezzat ji gundê El-Ziyarayê ku di bin kontrola hevbeşa Hêzên Rejîma Sûriyê û yekîneyên Parastina gelên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk deye revand.

Heman çavkaniyê ragihand ku keça bi navê Yousra di 28’ê Tebaxê de hatiye revandin û di sala 2010’an de ji dayik bûye.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Komisyona navdewletîya serbixweya lêpirsînê ji bo Sûriyê got ku hêzên Sûriya Demokratîk pabendbûna xweya ji bo nehiştina leşkerkirina zarokan binpê kiriye û zarokan çekdar dike, û di raporta xweya salane de got: leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de ji aliyê komên çekdarên ne ser bi dewletê ve karekî qedexeye, û leşkerkirina zarokên ji 18 salî biçûktir dibe sûcê şer. Her wiha, Hêzên Sûriyeya Demokratîk berdewame li ser binpêkirina sozên xweyên ji bo nehiştina leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de li herêmên di bin kontrola wan de.

Pustên heman beş