Li Gare û Xakurkê 14 çekdarên PKKê ketin ber êrîşên balafiran

pkk-12-gerila-gare-xakurk-Net

Bi êrîşên asmanî 14 çekdarên rêxistina PKKê li herêmên Gare û Xakurkê yên li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin.

Li gorî wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê îro roja yekşemî 6 Cotmeha 2024ê 2 çekdarên PKKê li Gare bûne hedef, hemwext li Xakurkê jî di navbera 28 û 29 îlona rabûrî de hejmareke êrîşan pêkhatine û derbên giran bi PKKê ketine.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê, di navbera 28 û 29ê Îlonê da operasyona esmanî hat lidarxistin.

Di operasyonê da li herêma Garayê 7 û li herêma Xakurkê jî 5, bi tevahî 12 çekdarên PKKyî hatin kuştin.

Pustên heman beş