Îdeolojiya PKK’ê li ser dijminatiya PDK’ê ye

Îdeolojiya PKK’ê li ser dijminatiya PDK’ê ye

PKK dijitiya PDK’ê û Barzaniya kiriye stratejiya xwe û di her bûyerê de yan jî di her daxuyaniyekî ya PKK’ê de dive behsa PDK’ê bê kirin. Rastî ev helwesta wan di derbarê PDK’ê de bûye wek pêkenoka. Gelek tişt hene ku belkî raya giştî baş ne agahdare lê eger behsa wan tişta bê kirin, ji aliyekî şîrheramiya PKK’ê derdikeve hole, ji aliyek din ve dijitiya PKK’ê ji bo PDK wek planeka dewletên dagirker eşkere dibe.

PKK ji aliyê Dewleta Tirk ve ji bo tesfiya tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê hate damezrandin. Li rojhilatê Kurdistanê heta wek îro pişta xwe daye dewleta Îranê û ji bo berjewendiyên Îranê tevdigere û şerê partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike. Li Iraqê dema Sedam de pêwendî li gel rejîma Baas hebûn û dijatiya gelê Kurdistanê li başûr dikira. PKK wek çeteyên Sedam diket dûv penaberên Kurd. Îro jî li Kerkûk û Şengalê di bin siha Milîsên Îranê Heşda Şebî de dijminatiya qewara Kurdistanê dike. Li Rojavayê Kurdistanê, siyaseta ku rêve dibe eve ku navê Kurdistanê ji holê radike û ala Kurdistanê qedexe kiriye. Gelo ji vê behtir hêdî çi xirabî maye li Kurda bike?

Hevseroka Konseya KCK’ê Besê Hozat di bernameyeka kanala PKK’ê Stêr tv de  dibêje: Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an bi pêşengiya Amerîka, Îsraîl û Îngilîstanê pêk hat, bi bîr xist ku PDK û Barzanî jî bi awayekî aktîf tevlî komployê bûne. Besê Hozat anî ziman ku komplo wê demê di encama têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Ocalan, PKK, gelê Kurd û dostên wan de hat pûçkirin û got, “Hêzên komploger wê herî zêde di nava 2 salan de PKK’ê xilas bikin. Lê di encama têkoşînê de nekarîn Rêber Apo bi fîzîkî tine bikin, heta îro nekarîn PKK’ê tasfiye bikin, nekarîn vîna Kurdên azad bişkînin, nekarîn teslîm bigirin. “Gelê me têkoşînek mezin da, lewma komplo nekarî bigihêje armanca xwe.

Yek bersiva vê gotina Besê heye, kurd dibêjin: Tir li kûdê, das li kûdê

PKK behsa çi bike ileh divê dijminatiya xwe ya li himber PDK’ê vê yekê ve girêdayî li himber destketiyên netewî diyar bike. Ev nexweşiyeke ku, tu cara nayê dermankirin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş