PDK’e pîlaneke pirr xeter a Bafil û Qubad Talebanî ji boy saxtekariyê di hilbijartina de îfşa dike

PDK’e pîlaneke pirr xeter a Bafil û Qubad Talebanî ji boy saxtekariyê di hilbijartina de îfşa dike

Komîteya bilind a PDK’ê ji boy serperiştîkirina gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde bi delîl pîlaneke xeternak a serkirdayetiya YNK’ê Bafil û Qubad Talebanî a encamdana sextekarîyan îfşa kir.

Daxuyaniya Komîteya Bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK’ê) ji bo serpereştiya şeşemîn gera hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:

Welatiyên hêja, dengdêrên hêja

Weke tê zanîn me weke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK’ê) piştî biryarên dadgeha federalî ya Îraqê li çend cihan nîgeraniyên xwe derbarê pirsoeya lidarxistina hilbijartina diyar kirin.

Helbet fikarên me li ser bingeha agahiyan bûn, lê wê demê delîlên me tunebûn. Niha em bi delîl wê dilgiraniyê bi zanyarî û bi belge piştrast dikin, em piştrast dikin ku îro bi belgeyan em rûyê rastê serkirdayetiya nû ya YNK’ê bi taybetî (Bafil û Qubad) radigihînin, kanê çawa bi gotûbêjkirineka di navbera wan de komployên wan yên xerabên li dijî Kurdistanê, demokrasiyê, malbatên şehîdan  û pêşmergeyên qehreman îfşa dibin. Weke hewlekê ji bo encamdana saxtekarîyan di hilbjartinan de.

Herwiha ew pirr bi bêyşermî bêhurmetiyê li malbatên serberzên şehîdan, pêşmergehên qehreman û dengdêrên ezîz dikin, ji bo ku bikarin bi pîlan saxtekariyê di piroseya demokrasiyê ya hilbijartina de bikin.

Hemwelatiyên hêja yên Kurdistanê

Îro bi berçavkirina vê belgeyê, em bangî dewleta federal a Îraqê, welatiyên Kurdistanê, partî û aliyên siyasî û têkoşeran, çavdêran û raya giştî û civaka navdewletî dikin û em vê belgeyê û vê rastiyê dixin ber çavên wan, rastiyeke ku rûyê rast yê Bafil û Qubad bo tevan eşkere dike, belê eve rastiya Bafil û Qubad, ev du kesên ku ti carekê ji boy kurdayetî ti zehmetek nekêşaye, belku bêhtir her çi têkoşerekî di nava partiyan wan de yan heqaret lê kirye, yan bê hêvî kiriye, ji bo ku ew bikarin bi rêya van core pîlanan û rêkkeftinên dijminkarî li dijî Kurdistanê encam bidin û kar bo wê yekê bikin ku navudengîya pêvajoya demokrasiyê û ezmûna Kurdistanê neşirîn bikin.

Ji kerema xwe guh bidin delîlan: dengê Bafil û Qubad:

 

Pustên heman beş