PKKê berî 5 salan dabûne kuştin û ji nû mirina wan aşkere bû

PKK-3-Gerila-2019-Net

Rêxistina PKKê nasnameyên sê Gêrîlayên din aşkere kir ku 5 salan berê li Başûrê Kurdistanê dabûne kuştin û ji nû îro mirina wan îfşa bû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja duşemî 7 Cotmeha 2024ê da zanîn ku Gêrîlayên bi nasnavên Şoreş Semsûr, Rizgar Nûhat û Newal Rûbar li Cotmeha sala 2019an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya Gêrîlayan bi vî rengîne:

Şoreş Semsûr: Navê wê Devrîm Mehmûde, ew ji Semsûrê ye.

Rizgar Nûhat: Navê wî yê fermî Halok Îbrahîmu û ew Êlihê ye.

Newal Rûbar: Navê wê yê fermî Gulistan Îsmaîle û ew ji Makûyê ye.

Her yêk ji Şoreş, Rizgar û Newal li 7 Cotmeha sala 2019ê li Başûrê Kurdistanê ketibûn ber êrîşîn dewleta Tirk û rêxistina PKKê ev 5 salin mirina wan li malbatên wan veşartibû.

Pustên heman beş