PDK li 16ê Cotmehê Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê rûbirûyî dadgehê dike

PDK li 16ê Cotmehê Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê rûbirûyî dadgehê dike

Her du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Parêzgeha Kerkûkê skalayê li dijî serokê wê civatê tomar dikin. Sedema tomarkirina wê skalayê jî peywendiya civîna hotela Reşîdê ya Bexdayê ye, ku tê de bê haydarkirina wan parêzger û cîgirê wî hatibûn hilbijartin.

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd Reşîd û Şoxan Hesîb Hisên, bi rêya Parêzerê Destûrdayî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Fatih Mistefa, skala li dijî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz tomar kir. Li dû zanyarên K24ê, biryar e li roja Çarşemê, 16ê Cotmeha 2024ê, bên darizandin.

Li dû naveroka wê skalayê, sedema wê skalayê ji bo wê yekê vedigere ku, Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê bê haydarkirina wan wekî endamên civatê hatibû hilbijartin, bê çi bihaneyek civîna xwe li roja 10.08.2024ê li hotela Reşîdê li Bexdayê kiribû û paştir Parêzger û cîgirê wî bi awayekî neqanûnî û dûrî heza firaksiyona PDKê li wê civatê hatibûn hilbijartin.

Pustên heman beş