Leşkerekî Tirkiyeyê li Zapê hat kuştin

Leşkerekî Tirkiyeyê li Zapê hat kuştin

Leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê, li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di encamê êrîşê PKKê de hate kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, endamên PKKê li herêma operasyona “Pence-Kilîd”, leşkerên artêşa Tirkiyê kirine armanc û di encamê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, operasyonên wan ên li dijî PKKê li wê deverê berdewam dibin.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kiriye û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Pustên heman beş