Hêzên ewlekariyê di çarçoveya lêpirsînekê de, avêt ser avahiya Dem Partî ya li Îdirê û Hevserokê Dem Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk binçav kirin.
Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna bûyera 2015ê de, ku di encama teqîna bombeyekê de 13 polîs hatibûn kuştin, polîsan avêtin ser avahiya Dem Partî ya Îdirê û Hevserokê Dem Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk binçav kirin.
Her wiha polîsan avêtin ser gelek malan jî û di encamê de 8 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin, hêzên ewlekariyê hemû kuçe û kolanên diçin avahiya Dem Partiyê girtine û di heman demê de jî avahiya Dem Partîyê bi wesaîtên hêzên ewlekariyê hatiye dorpêçkirin.