HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro nasnameya Gerîlayekê eşkere kir ku li herêma Botanê canê xwe ji dest daye.
HPGê îro roja pêncşemî 10 Cotmeha 2024ê ragihand ku Gerîlaya bi nasnava Ezda Îsyan li herêma Botanê li Kanûna paşîn ya 2024an canê xwe ji dest daye.
Ezda Îsyan xelka bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye û ew sala 2014an tevlî refên PKKê bûye.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.