YNKê dengdana taybet bi darê zorê û pereyan da destpêkirin

YNK Saxte-Info

Tevî ku du hefte bo hilbijatinan mane, lê belê her ji îro û bê ku nûnerên ti aliyekî û komisyona hilbijartinan amade bibin, YNKê weke amadekarî ji boy encamdana saxtekarîyan, dengdana taybet bi darê zorê û pereyan bi hêzên ewlehiyê da desitpêkirin.

Li gorî hinek dîmenan ku “AVA Mîdya” îşev 10 Cotmeha 2024ê parvekirine, li Helebce hejmareke herî zêde ya hêzên ewlehiyê ku di holeke veşartî de ne, dengê xwe bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dan, YNKê ew bi navê têstê ji boy roja dengdana taybet bangî dengdanê kirine, lê belê hat zanîn ku YNKê ji wan re gotiye: “Ev we dengê xwe da û êdî pêwîst nake hûn roja dengdanê dengê xwe car din bidin, hûn dikarin roja dengdanê nehên”.

Li gorî çavkaniyên “Ava Mîdya” YNKê heman gavê li Silêmanî, Helebce, Germyan û Raperînê encam dide û hêzên ewlehiyê li himberî kojmeyeke pereyan û hinek ji wan jî bi darê zorê bang kirine ku werin dengê xwe her ji niha bidin.

Ev karê bi goman ê YNKê bûye cîhê nîgeraniya aliyên din û ev yêk bi saxtekarîya dengdana taybet ya hêzên ewlehiyê bi nav kirine.

Di vê derbarê de, Ava Mîdya pêwendî bi Cumane Xelay berdevka komsyona bilind ya serbixwe ya hilbijatinan ya Îraqê kir û wê got ku ev saxtekariyên YNKê hatin bilind kirin bo komîteya yasayî ya komisyonê û ewê lekolînê ji boy bikin.

Pustên heman beş