Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dihokê ahengeke cemawerî ji bo serxistina lîsteya xwe ya 190ê dike.
Bi amadebûna cîgirên serokên PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, îro 12ê Cotmehê ahengeke cemawerî li yarîgeha Dihokê tê lidarxistin.
Serok Barzanî roja 25ê Îlona borî di dema destpêkirina bangeşeya PDKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku di roja referandumê de bû, pîrozbayî li gelê Kurdistanê kir ku rê neda îradeya wî di referandumê de were şikandin.
Serok Barzanî got: “Ti kesî xêrek ji bo Herêma Kurdistanê nekiriye. Ev Herêm berhema xwîna şehîdan, xwîna enfalkiriyan, xwîna Pêşmergeyên qehreman û keda gelê Kurdistanê e. PDK rûmeteke mezin wergirtiye û gelek xwîn ji bo bidestxistin û parastina van destkeftên mezin daye.”
Herwiha Serok Barzanî got: Daxwaz ji we dikim di vê helbijartinê de gelek serbixwe bin, dûrî tundutîjiyê bin, ji bikaranîna zimanê tund, xwe nekişînin nava şeran, giraniya xwe û partiya xwe biparêzin. Pir caran, bersivnedana mirovên bêberpirsyar, bersivek e. Eger pêwîstî bi bersivandinê hebe, bi Komîta Bilind a Hilbijartinê re bişêwirin. Bila ew jî ji bîra we neçe, ew ê ku zimanê wî dirêj e, destê wî kin e.”