Bafil talebanî nêçîra Lahurçîyan li Silêmaniyê destpêkir

Fermandarekî leşkerî yê YNKê behsa wê yekê dike ku rastî fişar û givaşeke mezin tê û ji aliyê grubeke desthilat a nav YNKê ve mûçeyê wî hatiye ragirtin û gef lê dixwan.
Fermandarê YNKê Faxir Omer ku payeya wî Raîd e û di hareketa fewca 1 a lîwaya 4 a fermandariya berevanî û hewarçûnê ya hêzeke YNKê de di erkdare ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 11.10.2024ê YNKê dest danî ser otomobîla min û mûçeyê min ragirtiye û ew demançeya min a taybet ku Mam Celal dabû min, ew jî ji min standin. Herçend kurê min hatiye teror kirin û hîn min ew maf jî wernegirtiye lê li gel wê jî ew hemû li gel min kirin.’’
Herwaha got: ‘’Ez rastî gefxwarin û fişarekî zêde têm, ji ber keça min li ser lîsteya Lahur Cengî berbijêre û YNK ji vî nîgeran û aciz bûye û ew gefan li min dixwin, ku keça min xwe ji berbijêrbûnê vekêşe. Ji ber wê jî nan û qutê mal û zarokên min birîne û mûçeyê min milyonek û 800 hezare û min yek deqîqeyekî jî xiyanet li YNKê nekiriye, lê wan hemû tişt li ser min qut kirine û waye wefa û qenciya YNKê.’’
Fermandarê leşkerî yê YNKê got: ‘’Min hemû jiyana xwe ji bo YNKê da, lê wefaya wan a li hember min ev e, ez ji vê derê ve radigehînim, biçin li piştevaniya xelkê Ranye a ji bo me bikin, wê demê hûn dê giraniya me bizanin çende.’’