Netewên Yekbûyî: Silêmanî çavkaniya şandina madeyên hişbere bo Ewrupa

Netewên Yekbûyî-Silêmanî-net

Ofîsa Netewên Yekbûyî ya ji bo madeyên hişber û tewanan radigehîne ku bajarê Silêmaniyê bûye navenda veguhestina madeyên hişber bo navxweyî Herêma Kurdistan û Iraq û herwaha Ewrupayê jî.

Malpera Ava belav kir ku di dûvçûneke hûr a ofîsa Netewên Yekbûyî ya ji bo madeyên hşber û tewanan ku di meha Tîrmeh a îsal de encam daye, bi hûrgilî amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Iraqê sê deriyên serekî heye ji bo anîna hundir a madeyên hişber, yek ji wan sê xalên serekî jî Silêmanî ye. Ew xala ku bi awayekî transît a sereke ya madeyên hişber hatiye danîn di navbera welatên Afganîstan û Îran û piştre jî Silêmanî ye, ji wê derê jî beşek ji wan madeyan dişînin bo welatên Ewrupayê.

Li gor wê nexşeya ku raportê de hatiye diyar kirin, li Silêmaniyê dest danîna ser madeyên hişber di asta herî kêm de ye û danaberhev û muqayese li gel bajarê Hewlêr, Duhok û Zaxo nayê kirin ji ber tevdîrên tund li sînorê wan bajaran ji bo madeyên hişber hatine girtin.

Berî naha Wezareta Navxwe ya Iraqê bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kargehekî çêkirina madeyên hişber bi operasyonekî ewlehiyê li derveyî sînorê parêzgeha Silêmaniyê, li qeza Derbendîxanê dest danîna ser ragehandibû.

Berî naha Lahur Cengî ku hevserokê berê yê YNKê bû ragehandibû: ‘’Ew kargeha berhemanîna madeyên hişber xwediyê wê berpirsekî payebilind ê YNKê ye ku dixwast ciwanên devera Silêmaniyê fêrî madeyên hişber bike û hemûyan bike pêketiyên madeyên hişber.’’

Pustên heman beş