Li gor zanyariyên BasNewsê PKK di heyama salên 2018 û 2019ê de 47 hezar kîlo kokaîn henardeyî welatên Ewrupayê kiriye. Aliyê qaçaxçîtiya madeyên hişber ên PKKê û spîkirina pare li gel YNK ya Bafil Talebanî û ji bo wê jî endamekî rêveberiya PKKê yê bi navê Nedîm S. ku yek ji kesên nêzîk Cemîl Bayik e û ji bo wê peywendiya li gel desthilata payebilind a YNK ya Bafil hatiye erkdar kirin.
BasNewsê ji çavkaniyekî agahdar li Silêmaniyê zanî ku ew xalên ku PKK madeyên hişber derbasî sînorên Herêma Kurdistanê dike, Qendîl, Kelere, Çiyayê Şehîdan li Tirgever, Qasimereş, Dola Xanedel li Tirgever, Gorereş, Kêlê û Xinêre ne.
Vê derbarê de nivîskar û lêkolînvanê siyasî Dilovan Elî ji BasNewsê re ragehand, ew madeyên hişber ku PKK transît derbasî Ewrupa dike, heman ew madeyên hişberin ku Îran û Afganîstanê ne, ku PKKê li wan sînoran li gel YNK ya Bafil Talebanî derbasî Kurdistanê dike û piştre digehîne Sûriye, Lubnan û Ewrupayê.
Li gor raportekî salane ya beşa madeyên hişber a Yekitiya Ewrupayê, PKK tenê di navbera salên 2018 – 2019ê de 47 hezar kîlo kokaîn derbasî welatên Ewrupayê kirine.
Dilovan Elî got: ‘’Ew ofîsên ku YNK di bin navê medya de li taxên Kurdsat, Bextiyarî û Raperîn bo PKKê vekirine, cîhên veşartina madeyên hişber û spîkirina pare ne. Hin kesên xelkê Gever a Bakurê Kurdistanê yên ku endam û kadroyên PKKê ne serpereştiya wî karî dikin.’’
Wî lêkolînvanê siyasî diyar kir, YNKê odeyekî emelyatê ji bo çapemeniya PKKê vekiriye û sponseriya hin pêgehên wan dike, ku bi zimanê tirkî şev û roj li taxên Kurdsat a Silêmaniyê gefan cixwin li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê û herwaha bangeşeya helbijartinê bo YNKê dikin.
Li gor heman çavdêrî, ew karên YNK ji bo PKKê dike, baca wê ya giran dê ji bo xwe û xelkê Silêmaniyê hebe û got: ‘’Li hemû cîhanê xelk xwe ji terorîstan û tewanbaran dûr dixe, lê naha hevalê herî nêzîk ên Bafil Talebanî hin terorîst û tewanbarên biryara girtina wan heyî ji aliyê Amerîkayê û Yekitiya Ewrupayê ve ew in.’’
Dilovan Elî dibêje: ‘’Take armanca Bafil Talebanî ew e, Silêmaniyê bike mertala mafyageriya xwe û bajar bide wêrankirin, eger na çi kesekî xwedî aqil û mantiq piştevaniya terorîstan nake, yan peywendiyê li gel kesên nadayne ku bi tometa teror û bazirganiya madeyên hişber û kuştina xelkê tewanbar bin ji aliyê wezareta xezîneya Amerîkayê ve û bi fermî jî daxwaza girtina wan hatibe kirin.’’
Dilovan Elî got: Pêwîste karê yekem ê kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, paqijkirina Silêmaniyê ya ji mafya û çekdarên PKKê be. Ji ber beşek ji nearamiya li Silêmaniyê heye, ji ber çalakiyên PKKê yên li wî bajarî ne. PKK wek penceşêrê ye, biçe kudera Kurdistanê di berjewendiya xwe desthilatdarên xwe de û ji bo dagirkeran û neyaran kar dike.
Ji aliyê din ve çavdêrê siyasî Dr. Medhet Silêman jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew hevpeymaniya Bafil Talebanî, Reyan Kildanî û hin ji milîsan û PKKê binêrin, hûn dê bibînin hevpeymaniya wan li ser bingehê dijatiya PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Li dijî pêşketinê û geşepêdana aborî ya xelkê û Herêma Kurdistanê ne. Hevpeymaniyeke ji bo lêdana li pêgeh û pêkhateya Herêma Kurdistanê û hemû tiştekî xirab li wê hevpeymaniyê tê kirin. Ji ber armanca wê karê xirabe.’’
Medhet Silêman diyar kir, ew hevpeymanî tenê dijî Herêma Kurdistanê nîne, ji ber têkelbûne li gefxwarinên Eniya Berxwedana Îslamî bo ser Îsraîl û Amerîkayê û piştevanîkirina li Hemas û Hizbulahê û diyar kir: ‘’Herkes û aliyekî biçe nav wê hevpeymaniyê, paşeroja wî baş nabe û ziyanên mezin dide Herêma Kurdistanê û xelkê wê jî. Ji ber tişta ku derketiye ew hevpeymanî ji bo dijatiya Herêma Kurdistan, Amerîka û hevpeymanên din nîne, herwaha ji bo karên li gel yek û qaçaxçîtiya hevbeşe, ku temamê madeyên hişber aşkera bûye ku ji sînorê Pakistanê û Îranê ve tê ji bo Iraqê û ew hêz hevkarin bo veguhestina madeyên hişber bo Sûriye, Lubnan û navçeyê. Ango hevpeymaniyekî mafyayî ye bo karê qaçaxçîtiya hevbeş û lêdana li pêgeha Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û hevpeymanên din, ku bi azadane bikarin karên xwe bikin. Ji bo wan hêzane pir asayî ye derveyî madeyên hişber çek jî ji bo navçeyê veguhêzin, lê ew kar heta dawiyê her wisa nabe û tişta ku ji aliyê wan hêzan ve hatiye kirin dê baca wê giran be.’’