7 sal bi ser xiyaneta mezin a Bafil Talebanî û YNKê ya wî re derbas dibe, ku ji ber wê zêdetir ji nîvê axa Başûrê Kurdistanê radestî milîsên hevpeymaniya wê demê (Heşdî Şeibî) û herwaha ya naha ya YNKê kir.
Di destpêka meha cotmeha 2017ê tevgera milîsên Heşdî Şeibî li Iraqê û milîsên ser bi Hizbulaha Lubnanê û hin ji hêzên Îranê ber bi Kerkûkê û navçeyên bin desthilata Pêşmerge destpê kir û li hember wê jî Pêşmerge çeperên xwe ji bo berevaniya Kurdistanê qahîm kirin. Lê ber bi roja 16ê cotmeha 2017ê beşek zêde ji hêzên YNKê bê ku ti berevaniyekî bikin çeperên xwe ji bo milîsên Heşdî Şeibî vala kirin û ji ber wê jî rê vekirin bo milîs heta navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dagir bikin.’’
Her di wan rojan de Serokê naha yê YNKê Bafil Talebanî di hevpeyvîneke li gel kanalek Brîtanya de li xwe mukirhat ku xwe li gor rêkeftinekî vekêşandine û 38 endamên rêveberiya YNKê jî li ser wê rêkeftinê îmza wan heye û ji ber wê rêkeftinê jî xiyanet li gelê Kurdistanê kirine.
Herçend 4 roj piştî xiyaneta mezin a YNKê, milîsan bi rêkeftina li gel YNKê û cehşên din, plana dagirkirina Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kirin, lê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi rêberiya Serok Barzanî rastî şikestekî mezin hatin û ji Pirdê û Sihêla û Mehmûdiye û Tilisqof û Mexmûr û gelek cîhên din, berxwedanekî wisa mezin hate kirin ku careke din milîs newêrin nêzîkî Kurdistanê bibin.
Vê derbarê de parêzerê şêwirmend Karzan Henareyî ji BasNewsê re ragehand, YNK wek partiyekî berpirsyare ji wê xiyaneta li gelê Kurdistanê hatiye kirin. Herçend di rojên 16ê cotmehê de beşek ji YNKê wisa nîşan da ku dijî xiyanetê ne, wek Şêx Cehfer û Kosret Resûl, lê naha em dibînin ku ew jî çûne bin wê rêveberiya ku ew xiyaneta wan rojan a partiya xwe de. Ji bo me aşkera bûye ku YNK wek partî ji wê xiyanetê berpirse û divê baca wê xiyanetê jî bide.’’
Herwaha got: ‘’Pêwîst bû di heyama 7 salên borî de Bafil Talebanî û yek bi yek ewên ku xiyanet li gelê Kurdistanê kirin bên cezakirin û baca wê xiyaneta xwe daban, ku bibin îbret û careke din ti kesek newêrîtin fikra cehşbûn û xiyanetê bike. Lê mixabin naha em dibînin ewên duh Kerkûk firotin û bi serbilindî merhebayiya milîsan dikirin, derfet ji wan re hat dayîn ku serokatiya partiyê jî ji wan re bê dayîn û careke din bi rêya rêkeftina otêl Reşîd ve li hember wergirtina peywira parêzgarê Kerkûkê ew bajar carekî din firotin û hemû mafên kurdan li Kerkûkê radestî neyarên Kurdistanê bikin.’’