Rojnews, dezgeha ragihandinê ya PKKê li Silêmaniyê, berdewam e li ser çêkirina nûçeyên derew ji bo belavkirina dijminahîya li dijî KDPê. Herî dawî, duh gotin “Em ê belgeyên xayîniya KDPê belav bikin”, îro sibeh nûçe weşandin ku fotokapanên ku ji bo beraz û kewan hatine danîn, weke li dijî Gerîlayan hatine danîn, destnîşan kir.
Di naverokê nûçeya nepixandî ya Rojnews de, ku bi nûçeyên derew û bêbingeh tê naskirin, tu agahî tune. Darka Mazi rastiya bûyerê lêkolîn kir û ji we re nivîsand…
Nahiya Bilê herêmek e ku Gerîla qet bikar neanîne
Nahiya Bilê herêmek e ku qet Gêrîlayên PKKê lê tunebûn û heta ji bo derbasbûnê jî nehatiye bikaranîn. Ev ji aliyê erdnigariyê ve jî ne pir gengaz e. Ji ber ku ev herêm di navenda herêma Barzan de ye û herêmek e ku çiya bi derbasbûnên nermtir ji hev cuda dibin û ne deverekî zinarî ye. Ji ber vê yekê, ne îro û ne jî di dema borî de gelê herêmê qet bi gerîlayên PKKê re rû bi rû nehatiye.
Çavkaniyên ewlehiyê yên ku me nerînên wan li ser mijarê wergirtin, gotin: “Li vir qet PKK yî tunebûn, ji ber vê yekê me tu tedbîr li dijî wan negirt. Lê heger werin em ê bigirin, sedemek tune ku em vê bi dizî bikin, em qebûl nakin ku herêma me bibe qada şer.”
Fotokapanên me ji bo parastina ekolojiyê ne
Me ji heman çavkaniya ewlehiyê pirsî ka fotokapan li herêmê hene an na. Çavkaniya me got: “Ne tenê li Bilê, li gelek deverên Barzan û heta li gelek gundên Herêma Kurdistanê fotokapan hene. Çend sedemên bikaranîna fotokapanan hene. Sedema sereke ya ku em li Bilê fotokapanan bikar tînin ew e ku em dixwazin xwezayê biparêzin û wan kesan tesbît bikin. Em gelê Barzan ji serdema Ebdulselam Barzanî ve nêçîrvaniyê nakin û bi tundî qedexe ye. Bi taybetî hin kes tên herêmê ji bo nêçîra pez kûvî û kewan. Her wiha hin kes hene ku giyayên endemîk ên li herêmê şîn dibin ji kokê ve derdixin. Her sal bi van fotokapanan em bi dehan kesên ku zirarê didin ekolojiyê û ajalan digirin. Ew tên dadgehkirin. Li herêmê fotokapanên me hene û berdewam tên kontrolkirin. Bi taybetî di demên dawî de zêdebûnek di populasyona berazan de heye. Gel dixwaze wan bikuje da ku baxçeyên xwe biparêze, lê em qebûl nakin.”
Her wiha wî diyar kir ku carinan kes ji derve tên û dikevin nav rez û baxçeyên cotyaran û zirarê didin, û dîsa ji ber hin sedemên wek dijber xwîndarî jî fotokapanan bikar tîne. Berîya du sala bi xêra wan fotokapana li Sîdeka piling hatibû dîtîn û ev nûçe ragehandina PKKê jî belavkiri bû. Wê demê qed PKKê qala metirsîya fotokapanê nekir bû. Îca heman fotokapan çawa dibe ku bo Gerilla hatibe danîn?
Derewperestî û bêşermiya Rojnewsê
RojNews, ku yek ji stûnên sereke yên siyaseta PKKê ya belavkirina nefretê di navbera Kurdan de ye, malperek nûçeyan e ku li Silêmaniyê rasterast ji aliyê kadroyên PKKê ve tê birêvebirin. Malperê heta niha bi dehan derew bêyî nîşandana çavkaniyan belav kirine. Nûçeya derewîn a fotokapanan bi taybetî di van rojan de ku hilbijartin nêzîk dibe, wek nûçeyek piştgiriyê ji bo YNKê hat belavkirin. Ew kesên ku nûçe û vîdyoyê temaşe dikin, dizanin ku nûçe tu bingehek wê tune û tu agahiyên berbiçav jî tê de nayên dîtin. Wek ji dîmenê jî tê fêmkirin, kamera li cihekî ku otomobîl lê derbas dibin hatiye danîn û xelkê herêmê ji xwe cihê wê dizane, lewma li kamerayê dinêrin û derbas dibin. Tê dîtin ku Rojnews tenê bi dayîna vîdyoyek sade bi sernivîsek nepixandî hewl dide ku fehmek dijminkarî çêbike.