Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” du keçên temen biçûk li Helebê revandin

Çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” li rojavayê Kurdistanê, 2 keçên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin.

Çeteyên PKK’ê roja 13ê cotmehê 2 keçên bi navê Sîlva Xelîl Husên û Neîme Hesen Husên ji taxa Şêx Meqsûd revandin.

Herdu keçik ya jidayibûya sala 2007an û dotmamên hevdu ne û dema diçûn mala meta xwe, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Ew her du keçik ji bo navendeke çekdarkirinê ya taybet bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine birin.