MÎTê du berpirsên PKKê li Tilrifetê kuştin

tilrifet-pkk-net

Îstixbarata dewleta Tirk du berpirsên giring yê rêxistina PKKê bi navê Huseyn Ozturk û Vîdan Fatê bi operasyonekê li Tilrifetê kuştin.

Li gorî ajansa Anadolu yê îro roja çarşemî 16 Cotmeha 2024ê hat raghandin ku MÎTê bi operasyonekê ku li bajarê Tilrifetê encam dayiye, du ji berpirsên YPGê û PKKê bi navên Huseyn Ozturk û Vîdan Fatê kuştine.

Hat tesbîtkirin ku Ozturk digel berpirsa PKKê ya bi navê Vîdan Fatê ya bi kodnavê “Zelal Efrîn” tev digere. MÎTê bi operasyonekê ku li Tilrifetê li dar xist, herdu berpirsên PKKê kuşin.

Huseyn Ozturk bi kodnavê “Mezlûm” tê naskirin ku sala 1994an beşdarî PKKê bûbû, li deverên Qendîl, Gare, Zap û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê, li qadên Banê, Kelareş û Selmasê yên Rojihlat, her wiha li Bakurê Kurdistanê erkên PKKê birêve dibirin.

Ji sala 2015an şûn va jî li Rojava Kurdistanê berpirsiya rêxistina PKKê dikir. Vîdan Fatê jî sala 2000y tevlî rêxistina PKKê bibû.

Pustên heman beş