Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî din revand

Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokekî temen biçûk ji bajarê Tebqayê bi armanca tevlîkirina nava refên partiyê revand.

Li gorî Tora Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” di 8ê Cotmehê de zarokê bi navê Beşar Ela Ebdulfetah yê 14 salî ji bajarê Tebqayê li gundewarê Reqayê revand.

Tevî ku malbata Beşar ji boy zanîna çarenivîsa kurê xwe serî li navendên Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dan, lê heta niha ti agahî derbarê çarenivîsa kurê xwe de bi dest nexistine.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş