Balafirên şer 14 çekdarên PKKê li Gare û Xakurkê kirin armanc

Attack-pkk-16-gara-xakurk-Turkey-Net

Bi êrîşên asmanî 14 çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê, li herêmên Gare û Xakurkê yên li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê ragihand,ji duh roja çarşemî 16 Cotmeha 2024ê ve, 9 çekdarên PKKê li çiyayê gare û 5 çekdar li herêma Xakurkê ketin ber êrîşên balafirên şer û hatin kuştin.

Di daxuyanîya wezaretê de hat gotin ku “ev operasyon beşeke ji hewlên berdewamên têkoşîna li dijî terorê ye”.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence” li sînorê navçeya Amêdiyê kirbû.

 Li Hezîrana îsal 2024an jî qûnaxeke din ji vê operasyonê destpêkir û hêjan jî dewam dike. Ji wê demê ve PKKê wendahiyên mezin da ne û rojane ciwanên Kurdan bi destê artêşa Tirk dide kuştin.

Pustên heman beş