Fermandareka PKKê û Gerîlayek hatin kuştin

du-gerila-pkk-kck-hpg-Net

Rêxistina PKKê îro nasnameya du çekdarên xwe yêk jê fermandar aşkere kir ku li sala rabûrî 2023ê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan û ji nû ve îro mirina wan îfşa kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Ku yêk ji baskên rêxistina PKKê ye da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Berfîn Roj û Têkoşîn Dilgeş 30ê Çiriya Paşîn a 2023yan li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de amaje pê hat kirin ku her du gerîlayan di êrişeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Berfîn Roj: Navê wê fermî Caize Selber e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Têkoşîn Dilgeş: Navê wê fermî Şîrvan Ulaş e û ew ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyê, Berfîn Roj sala 1999an tev li refên gerîlayan bûye û li Behdînanê fermandar bûye. Têkoşîn Dilgeşê jî sala 1998an tevlî bûye

Pustên heman beş