Li Efrînê di şerê çekdaran de: Kesek hat kuştin û 26 kes jî birîndar bûn

Li Efrînê di şerê çekdaran de: Kesek hat kuştin û 26 kes jî birîndar bûn

Li herêma Efrînê di encama şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê de, kesek hat kuştin û 26 kesên din jî birîndar bûn.

Li çend gundên Efrînê ji duhî ve şer û pevçûn di navbera hêzeke hevbeş a ji grûpa Hemzat û Emşat ji aliyekî ve û grûpa Siqûr El-Şemal ji aliyekî din ve derketiye.

Li gorî zanyariyên K24ê, di encama vî şerî de kesek hatiye kuştin û 26 kes jî birîndar bûne ku di nava wan de jin û zarok jî hene.

Şer û pevçûn di navbera Cebhe El-Şamiyê û grûpa Siqur El-Şemal ji aliyekî û hêzên hevbeş ji aliyê din ve li gundên Elî Kera, Kemrûk, Kefer Cenê û Qetmê yên Efrînê derketiye û rêya Ezaz û Efrînê jî hatiye girtin.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, îstixbarata Tirkiyeyê ferman daye hêzên hevbeş û grûpa Sultan Murad ku êrişî navenda Siqur El-Şemalê bikin, Cebhe El-Şamiyê jî piştgiriya Siqur El-Şemal dike.

Niştecihên kampên li nêzî gundê Kefer Cenê jî piştî ku hejmarek ji topan li konan ketin, banga rawestandina wî şerî û derxistina xelkê ji kampan kirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê ve di Adara 2018an de, gelek çaran şer û pevçûn di navbera çekdaran bi xwe de derdikevin û xelkê sivîl dibin qurbaniyên wan.

Pustên heman beş