Rêxistinên PKKê keçeke Êzdî ya temen 15 sal ya bi navê Marya ji Şengalê revand, ev tewan bi alîkariya hemwelatiyekî Şengalê yê nêzî rêxistinê hatiye encam dayîn.
Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin ku li roja 19 Îlona îsal 2024ê angu berya mehekê, hemwelatiyekî Êzdî yê bi navê Merwan Keço ku nêzî rêxistina PKKê ye, keçeke Êzdî ya bi navê Marya Mirad Qasî Hemed Hesen jidayikbûya 2009ê revandiye û radestî çekdarên PKKê kiriye.
Destnîşan kir, tewanbarê bi navê Merwan, keça bi navê Marya ji taxa Şehîdan ya bajarê Şengalê bi erebeya xwe biriye çiyayê Şengalê û li wir radestî rêxistinên PKKê kiriye.
Di vê derbarê de day û bavên Maryayê li 20 heman mehê li binkeya polîsên Teleferê sikala tomar kirine û polîsan kesê tewanbar yê binavê Merwan binçav kiriye û lekolîn li gel encam da ne.
Rêxistina PKKê ji paş rizgarkirina Şengalê ji hêla Pêşmergehên Kurdistanê ve, ketiye di Şengalê de û ji wê demê ve bi sedan keç û ciwanên Êzdiyan revandine û bi darê zorê kirine çekdar, revandina zarokên Êzdiyan ji hêla PKKê ve ewqas zêdebûye ku hinekî maye navê fermana paş DAIŞê lê were kirin.