SilêmanÎ.. MÎTê du berpirsên jin ên PKKê/KCKê kuştin

du berpirsên jin ên PKKê-Net

Hat ragehandin Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê, li herêma Pênciwên a ser bi Silêmaniyê du berpirsên jin ên PKK/KCKê yên bi navên Caîze Selber a ku wek Berfîn Roj tê naskirin û Emîne Ulaş a wek Tekoşîn Dilgeş tê naskirin û ji qada civakî ya rêxistinê berpirsbûn bi operasyonekî hatine kuştin.

Ajansa Anadolu ya zimanê fermî yê dewleta Tirkiyê ye nûçeya xwe spart bi çavkaniyên ewlehiyê û ragehand, di encama xebatên MÎTê yên veşartî û hestyar de du berpirsên jin ên PKKê yên bi navên Caîze Selber (Berfîn Roj) û Emîne Ulaş (Tekoşîn Dilgeş) ku berdewam bi rêveberên rêxistinê re di nav peywendiyekî berdewam a nêzîk de bûn bi operasyonekî hatine kuştin.

Li gor heman çavkaniyê herdu rêveberên PKKê di çarçoveya fermanên ku ji rêxistinê werdigirtin, bac ji xelkê herêmê werdigirtin û ew pare û baca komdikirin ji bo kar û xebatên rêxistinê yên dabînkirina çek û lojîstîkê dihate bikaranîn.

Herwaha hat gotin wan herdu rêveberên PKKê ji bo beşdarîkirina endamên nû û karê destnîşankirina ciwanan dikirin û ji bo wê jî ferman didane rêxistina ciwanan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Hat ragehandin herdu rêveberên PKKê sala 1999ê beşdarî rêxistinê bûne û di operasyoneke MÎTê ya li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê bûne armanca operasyonê û hatine kuştin.

Pustên heman beş