Di berxwedana saxte de da ne kuştin û mirina wan 6 sale veşartibû

Nasnameyên 3 gerîlayan-Metin-Net

Rêxistina PKKê nasnameyên sê Gêrîlayên din aşkere kir ku li sala 2018ê li herêma Metînayê canê xwe ji dest dane û îro paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja şemî 19 Cotmeha 2024ê da zanîn ku Gêrîlayên bi nasnavên Ezda Fereşîn Cûdî, Sorxwîn Çiya û Îlyas Aydingul li 29 Tîrmeha 2018an li Metînayê canê xwe ji dest dan e.

Agahiyên li ser nasnameya Gerîlayan bi vî rengîne:

Ezda Fereşîn Cûdî: Navê wê yê fermî Heyat Behaettîn e û ew ji Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Sorxwîn Çiya: Navê wê yê fermî Kader Cefer e û ew ji Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Îlyas Aydingul: Navê wî yê fermî Sebahettîn Emîn e û ew ji Stenbolê ye.

Ev sê Gerîla li çiyayê Metînayê ketine ber êrîşan, PKKê mirina wan li malbatên wan veşartibû û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve îfşa kir, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi sedan keç û ciwanên Kurdan mane yên ku PKKê di sal û mehên berê de da ne kuştin û hêjan mirina wan îlan nekiriye.

Pustên heman beş