Du kesên ser bi YNKê ku xwastine pênûsa dengdanê biguherin, hatine girtin

YNK-Erbil-Election-Net

Li gor agahiyên BasNewsê, du kesên ser bi YNKê dema ku çûne deng bidin, pênûsa yek ji navendên dengdanê diguherînin û pênûseke sextet li şûna wê datînin ji bo ku di dema proseya elektironîkî ya cudakirina dengan de, dengên xelkê bişewitin.

Çavkaniyeke agahdar ew zanyariya BasNewsê piştrast kiriye û ragehandiye, ew du kes hatine aşkerakirin û li hember wan dê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwaha tekaz kiriye: “Her du jî endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ne û du armanca wan ji vê yekê hebû ye, ya yekem danîna qelemên sexte ye ku dengên navenda dengdanê pûç bikin, ji ber ku YNK li Hewlêrê di rewşeke xirab de ye, ya duyemîn jî girtina pênûsên orîjînal e ku dibe ku ew bixwazin li cîhek ji bo mebestên xapînok bikar bînin.”

Li gor zanyariyên BasNewsê, îhtîmal e ev yek komploya rêxistineke sextekar be, ji ber ku pênûsa sexte ya ku tê bikaranîn bi hêsanî nayê peydakirin û belkî bi awayekî rêxistinî li ser sextekariyê kar kiriye.