Li Germiyanê YNKê Ereb anîne dengdanê

YNKê li Germiyanê kesên Ereb anîne dengê xwe bidin, herweha li derdora navendên dengdanê çadir danîne û bi rîya telefûnê bi darê zorê dengdêran dikşînin.

Çavdêrekî piroseya dengdanê li Germiyanê ji Kurdistan24ê re ragihand, “tevî ku li çend cihan pirose bi başî birêve diçe, lê çadir li kêleka hemû navendên dengdanê yên bajarê Kelarê hatine vedan û ji wir jî bang li xelkê dikin û xelkê neçar dikin ku ji bo dengdanê derkevin.

Got: “Li hinek navendên dengdanê ez çûm ji bo wergirtina amaran û agahiyan, min xelkê Ereb dîtin ku anîne dengdanê, gelo welatiyên Kurd ên di sînorê madeya 140 de mafê dengdanê tine, lê wan xelkê Ereb anîne ku yêk peyva Kurdî jî nizanin biaxivin, anîne ji bo ku dengî bidin partiya desthilatdar li wê derê!”.

Got jî: “Wan gilî li komîsyonê kiriye û divê komîsyonê anîna Ereban û beşdarbûna wan di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de eşkere bike”.

Di dengdana taybeta Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Îraqê de ku ji bo gera şeşem ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê birêve çû, namzedekî Reyan Kildanî li bajarokê Çiwarta yê herêma Şarbajêr 14 qat zêdetir ji YNKê deng bidest xistine, li demekê ti malbatên Mesîhî li wê herêmê tinene.

Pustên heman beş