Hêzeke YNKê dest danî ser navendeke dengdanê li Silêmaniyê

YNK-Slemani

Hêzeke Yekêtîya Niştîmanî ya Kurdistanê YNKê li taxa Karêzewişk ya li Silêmaniyê avêtin ser navendeke dengdanê û dengdêr naçar kirin dengî ji boy YNKê bidin.

Îro piştî nîvro 20 cotmeha 2024ê û di dema birêveçûna pêvajoya dengdana giştî ya şeşem gera hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de, hêzeke YNKê li taxa Karêzewişk ya li Silêmaniyê avêtin ser navendeke dengdanê û dengdêr naçar kirin dengî ji boy YNKê bidin.

Hêza YNKê çavdêrên partiyên siyasî neçar kirin ku ji binkeyên dengdanê derkevin.

Li gorî Bassnews ê hêzên YNKê ji çavdêran re gotin: Ji vir derkevin, eger na, hûnê berpirsiyarîya her reftareke ku li ser we were kirin hilgirin.

Pustên heman beş