Gel deng da Kurdistanê

Kurdistan-Parliment-election-6-info

Dengdana hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê îro saet 7:00ê dest pê kir û saet 18:00an xelas bû, komisyona hilbijartinan dibêje: Ragihandina encaman dê di 24 saetên pêş me de bin.

Xelkê Herêma Kurdistanê îro saet 07:00an çû ser sindoqan û dengê xwe da partî, lîste û nazmedên serbixwe.

Li 4 herêmên hilbijartinên mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar kesan heye.

Di van hilbijartinên de dê cara ewil xelkê bi rêya sîstema elektronîk dengê xwe da û deng jî bi rêya sîstema elektorînîk tên hejmartin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê çavdêriya hilbijartinan dike û sîstema VVDyê hat bikaranîn da ku dengderên neqeydkirî nekarin deng bidin.

Her wiha ji bo deng zû û rast bên hejmartin jî cîhazên bi navê PECOSê hatin bikaranîn.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Hekîm Umer Ehmed ragihand ku hilbijartinên vê carê dê gelekî zelal û pêbawer bin.

Li gorî biryarê, li parlamentoyê dê 100 kursî hebin û 5 kursî jî ji pêkhateyan re werin veqetandin.

Ji bo hilbijartinên heyama şeşemîn, hezar û 191 namzed (823 mêr û 368 jin) dê ji bo 100 kursiyan hevrikiyê bikin.

5 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyan hatine veqetandin. Li gorî pergala nû ji 95 kursiyan 30 ji jinan re hatine veqetandin.

Li gorî vê yekê li Silêmaniyê ji 36 kursiyan 11, li Hewlêrê ji 32 kursiyan 10, li Dihokê ji 24 kursiyan 8 û li Helebceyê jî ji 3 kursiyan yek dê kotaya jinan be.

Berê tevahiya Herêma Kurdistanê wekî yek herêma hilbijartinan bû lê vê carê wekî çar herêmên cuda yên hilbijartinan hatiye belavkirin.

Dengderan di hilbijartinên berê de bixwesta wan dikarîbû li seranserê Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin her partî û her namzedî. Lê di van hilbijartinan de her dengder dê bikaribe tenê dengê xwe bide partî û namzedê herêma xwe.

Li gorî vê yekê, Hewlêr bi 34 kursiyan, Silêmanî bi 38 kursiyan, Duhok bi 25 kursiyan û Helebce jî bi 3 kursiyan tên temsîlkirin.

Pustên heman beş