Li gorî hilbijartinên berê, PDK’ê 104 hezar deng zêde kirine

Li gorî hilbijartinên 2018an ên Parlamentoya Kurdistanê, PDKê di hilbijartinên îsal de zêdetir ji 104 hezar deng zêde kirine.
Roja Înê 18ê Cotmehê dengdana taybet û roja Yekşemê 20ê Cotmehê jî dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû. Di dengdana taybet de rêjeya beşdarbûnê ji %97 û di hilbijartinên giştî de jî ji %72 derbas bû.
Di hilbijartinên 2018’an de, PDK’ê zêdetir ji 688 hezar û 70 deng bidest xistibûn. Vê carê û li gorî encamên destpêkê yên nefermî jî, PDK’ê zêdetir ji 792 hezar û 288 deng stendine. Ango 104.218 deng zêdetir kirine.
Hejmara dengên partiyên siyasî li gorî encamên destpêkê yên nefermî:
PDK: 802.658 deng
YNK: 348.289 deng
Niwey Niwê: 270.025 deng
Yekgirtûya Îslamî: 110.153 deng
Komela Dadgerî: 60.514 deng
Tevgera Gorran: 11.171 deng
Tevgera Helwest: 51.093 deng
Bereya Gel: 30.124 deng