Duh proseya dengdana giştî li Herêma Kurdistanê bo gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû, ku tê de çend hizb û hevpeymanî û listên serbixwe beşdar bûn. Piştî 24 demjimêr ji encama hilbijartinê, Komîsyonê di civîna çapemeniyê de encama dawî ya dengdana giştî ragehand.
Îro 22.010.2024, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di civîneke çapemeniyê de, encama dawî ya dengdana giştî belav kir û ragehand: “Rêjeya beşdarîkirina gel di dengdana giştî de ji sedî 72 bû ye.”
Herwaha ronî jî kiriye ku ew encamên ku niha em radigehînin ji sedî 99.63 ya dengane û encamên destpêkêne û gilî lê nayê kirin.
Komîsyonê ew jî ragehand: “Di dengdana taybet û giştî de 2 mîlyon û 87 hezar û 972 kesan deng dane.”
Bi giştî dengên aliyan li bazneya Hewlêrê:
PDK: 345822
YNK: 110353
Nivşê Nû(Newey Nwê) 103684
Yekgirtûya Îslamî: 24065
Komeleya Dadgerî: 20191
Helwêst: 16736
Berey Gel: 9735
Dengên giştî yên aliyan li bazneya Duhokê:
PDK: 400603
YNK: 28445
Nivşê Nû: 46444
Yekgirtûya Îslamî: 42447
Komeleya Dadgerî: 3677
Helwêst: 8410
Berey Gel: 2605
Dengên giştî yên aliyan li bazena Silêmaniyê:
PDK: 57832
YNK: 256813
Nifşê Nû: 136131
Yekgirtûya Îslamî: 42622
Komeleya Dadgerî: 36627
Helwêst: 29346
Berey Gel:(Eniya Gel) : 20300
Dengdana giştî ya aliyan li bazneya Helebce:
PDK: 4940
YNK: 12530
Nifşê Nû: 4732
Yekgirtûya Îslamî: 7847
Komeleya Dadgerî: 4215
Helwêst: 1283
Berey Gel: 725
Bi giştî dengên partiyên li çar bazneyên Hewlêr – Silêmanî – Duhok – Helebce wiha ne:
PDK: 809.197
YNK: 408.141
Nifşê Nû: 290.991
Yekgirtûya Îslamî: 116.9
Komeleya Dadgerî: 64.710
Helwêst: 55.775
Berey Gel: 33.365