Mesrûr Barzanî: Wan nekarî

Mesrour-barzani-Nekari-Net

Bi helkefta serketina PDKê di piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de û mana wê wekî partiya yekê ya Kurdistanê, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragehand, “Em bi ser ketin û wan nekarî.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 21.10.2024) bi helkefta serketina PDKê di piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de peyamek arasteyî wan aliyan kir ên ku drûşmên wan “bidawîanîn û têkdan” bûn û got, “Em bi ser ketin û wan nekarî.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê herwesa got, “Spas ji bo Xudê û piştevaniya xelkî û baweriya wan, em bi ser ketin.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li roja 02.10.2024ê di çarçoveya civîna xwe ya bi xwendekar, law û jinan re li Hewlêrê amaje dabû, “Hin alî hebûn pêştir û niha jî bizavê dikin ku qewareya Herêma Kurdistanê nehêlin lê nikarin.” Herwesa gotibû, “Bersiva me ji wan re yek peyv e; nikarin.”

Wan nekariye ji ber ku vî welatî xwedî hene

Mesrûr Barzanî ron jî kiribû, “Wan pêştir jî bizav kir vê qewareyê nehêlin. Ev niha nîne, ew pêştir jî tevlî pilanên lawazkirina vê qewareyê bûne. Ew amade bûn xwe jî tê bibin, ji bo ku ev hikûmet û desthilatdarî rastî şkestinê bê, ku li jêr serkirdetiya PDKê bû. Bizavên wan ên niha nînin, bizavên wan berdewam bûne lê wan nekariye ji ber ku vî welatî xwedî hene, vî welatî parêzer hene, xwediyên vî welatî hûn in, parêzerên vî welatî jî Pêşmerge ne.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê amaje jî da, “Çi kes û alî nikarin karwanê PDKê rawestînin, nikarin vê qewareyê têk bibe.”

Pustên heman beş