Rêxisitna PKKê paş derbasbûna 4 salan îro ji nû ve nasnameyên 3 Gerîlayên ku li Amedê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 23 Cotmeha 2024ê nasnameya 3 Gerîlayên ku beriya 4 salan li Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatine kuştin, aşkere kir û ragihand hersê hevrêyên me di encama kompileyekê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:
Rodî Baz: Navê wî yê fermî Jiyan Gulten e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.
Çiyager Batman: Navê wî yê fermî Muhammed Şîrîn Demîr e û ew ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye.
Çiyager Pasûr Amed: Navê wî yê fermî Mesut Yildirim e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.
Li gorî daxuyaniyê Rodî Baz 2014an, Çiyager Batman û Çiyager Pasûr Amed jî 2018an tevî refên gerîlayan bûne.