Li Rojavayê Kurdistanê 4 kes di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn

Rojavayê Kurdistanê 4 kes

Di encama êrîşên hêzên Tirkiyeyê li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê de, 4 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, artêşa Tirkiyeyê şeva borî hejmarek cih û xalên li Tel Rifet, Tel Temir, Minbic, Kobanê, Dêrikê û Qamişlo bombebaran kirin.

Diyar kir jî, di êrîşa li ser bajarokê Tel Rifetê yê li bakurê Helebê de, 4 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, li bajarê Qamişlo jî di encama bombebarana navendeke hêzên ewlehiyê de, 3 sivîl birîndar bûn

Hat ragihandin jî, li Dêrikê jî kargeheke gazê hat bombekirin û di encamê de karkerek birîndar bû.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, artêşa Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an ve 103 caran êrîşî navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser kiriye û di encamê de, 34 kes hatine kuştin û 55 kesan birîndar bûne.

Pustên heman beş