Mezlûm Ebdî: Tirkiye bi armanckirina navendên xizmetguzarî û tenduristiyê tawanên şer dike

Mazlom Ebdi-net

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, Tirkiye bi armanckirina navendên xizmetguzarî û tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê tawanên şer dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “X”ragihand, “Tirkiye bi awayekî bê serûber û bê bingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in.”

Herwiha got: “Me gelek caran amadebûna xwe ji bo dîyalogê anîbû ziman, lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne.”

Tirkiyê derengê şeva borî artêşa Tirkiyeyê gelek cih û xal li bajarokê Til Rifetê, Kobanê, Qamişlo û Dêrikê bombebaran kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Pustên heman beş