Ocalan: Hêza min heye pêvajoyê ji tundî û pevçûnê wegerînim bo zemînê siyasî û yasayî

ocalan-info

Abdulla Ocalan radigihîne: “Eger merc û derfet hebin, ez xwedî wê hêzê me ku bikarim pêvajoyê ji qonaxa tundiyê biguherînim bo zemîneke siyasî.’’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û birazayê Abdulla Ocalan, Omer Ocalan duh serdana girtîgeha taybet a Îmralî kir û hevdîtin bi Abdulla Ocalan re kir.

Omer Ocalan got, di hevdîtinê de Abdulla Ocalan gotiye: “Eger derfet û merc ava bibin, ez dikarim pêvajoyê ji qonaxa pevçûn û şer û tundiyê biguherim bo qonaxekî yasayî û siyasî û ew hêza min a teorîk û pratîk heye.”

Vê derbarê de Parlamenter Omer Ocalan di tora xwe ya civakî Twitterê de ragehand: “Roja 23yê Cotmehê ez çûm girava Îmralî û min li gel birêz Ocalan hevdîtin pêkanî. Hevdîtin di çarçoveya hevdîtina malbatî de bû.”

Da zanîn jî, “Birêz Ocalan derbarê qonaxa siyasî û pêşketinan de nirxandinên giring kirin û xwest ku ez peyama wî bigehînim derve; Tecrîd berdewam dike. Eger merc û derfet ava bibin ez dikarim pêvajoyê ji pevçûn û tundiyê veguhêzim bo zemîneke yasayî û siyasî. Ew hêza min a teorîk û pratîk jî heye.”

Omer Ocalan amaje bi wê jî kir: “Tenduristiya Abdulla Ocalan jî gelek baş e û silavên wî ji bo herkesî hebûn.”

 

Pustên heman beş