HSD: 12 kes di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin

12-kes-rojava-net

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, artêşa Tirkiyeyê 42 cih û xal kirin armanc û di encamê de 12 kes hatin kuştin ku di nava wan de sivîl hene.

Navenda Ragihandin HSDê bi daxuyaniyekê aşkere kir, artêşa Tirkiyeyê 42 cihên ku hemû saziyên xizmetguzarî û sivîl bûn, li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê kirin armanc.

Diyar kir jî, encama êrişên Tirkiyeyê de, 2 jê zarok, 12 sivîl hatin kuştin û 25 sivîl jî birîndar bûn, ku rewşa hinan giran.

Piştî daxuyaniya Navenda Ragihandin HSDê, endamekî hêzên asayişê li Kobanê ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe jidest da.

Li gorî daxuyaniyê, cihên ku hatine armanckirin, nanpêjxane, stasyonên kehrebe û petrolê û xalên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) û cihên sivîl bûn.

Her di vê derbarê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “X”ragihand, “Tirkiye bi awayekî bê serûber û bê bingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in.”

Pustên heman beş