Îro salvegera destana dîrokî ya Sihêla û Mehmûdiyê ye

Îro salvegera tomarkirina destanên Sihêla û Mehmûdiyê ye, ku Pêşmergeyên Kurdistanê bi qehremanî bersiva gelek êrîşên berfireh û mezin ên neyarên Kurdistanê da û ew rastî şikestekî mezin kirin.
Di 26.10.2017an de neyarên Herêma Kurdistanê li sînorê eniya Sihêle – Mehmûdiyê dest bi êrîşeke berfireh kirin û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî li hember wan berxwedan û bersiva yek bi yek êrîşên mezin û berfireh dan, ku wê demê dijmin şikestekî mezin jiyan kir.
Armanca wan êrîşan birîna sînorên Herêma Kurdistanê û metirsî xistina ser pêkhateya Herêma Kurdistanê bû, lê berxwedana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, armanca dagirker û neyaran pûç kir û yek ji destanên dîrokî wê demê hate tomar kirin.
Serok Barzanî di rûpela 117 yê pirtûka ‘’Ji bo Dîrokê’’ de nivîsandiye ku; ‘’Berxwedana Pêşmerge li hemû eniyan berdewam bû, heta roja 26ê cotmehê li eniya Mehmûdiye û Sihêle û hêzên Iraqê û Heşdî bi bi hevkariya hêzên Îran û Hizbulaha Lubnanê û bi fermandariya rasterast a efserekî Sipaha Pasdarên Îranê yê bi navê Seyid Muxtar, ku di wî şerî de birîndar bû, bi armanca girtina Pêşxabur êrîşî çeperên Pêşmerge kirin, lê rastî şikesteke gelek mezin hatin.’’
Serok Barzanî dibêje; ‘’Şerê Sihêla yek ji berxwedanên dîrokî ya nû ya herî mezin a gelê Kurdistanê ye. Wê şikestê guhertin li ser hevsengiyan de anî û danûstan destpê kirin.’