Çeteyên PKK’ê zarokeke din a 11 salî revand

Çeteyên PKK’ê zarokeke din a 11 salî revand

Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, zarokek ji herêma Şehbaya li gundewarê Helebê ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat deye, bi armanca tevlîkirina wê di nav refên PKK’ê de revand.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di 24ê Cotmehê de, wan revandina zarokeke biçûk a bi navê Cûdî Zekeriya Ziyab a 11 salî, ji bajarokê Til Rifet li herêma Şehbayê belge kiriye.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê bang li UNISEF, civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kir ku erkên xwe li hember zarokan cîbicî bikin, û fişarê li Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku binpêkirin û revandina zarokan rawestîne û hemû zarokên revandî vegerînin malbatên wan, û berpirsyarên revandina zarokan derxîne pêşberî dadgehê.

Li gorî agahiyan, Cûdî zaroka heşteme di malbata xwe de, navê dayika wê Fatma Dogan e, Cûdî di 3 Çileya 2014 de li Helebê ji dayik bûye.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş