PKK’ê xeta avê û înternetê li Amêdiyê teqand

PKK’ê xeta avê û înternetê li Amêdiyê teqand

Derengiya şeva derbasbûyî çekdarên PKK’ê li ser rêya sereke ya di navbera Amêdiyê bo Dêralok-Şêladizê teqînek pêkanî, teqînê bi tenê zirarên madî li pey xwe anîn.

Li gor agahiyan, derengiya şeva derbasbûyî derdora saet 1:00 şevê, çekdarên PKK’ê bombeyeke çandî li kêleka rêya sereke ya di navbera Amîdiyê bo Dêralok-Şêladizê li nêzî gundê Mêristek teqandiye, vê teqînê zirar bi rêya sereke, mizgefta gund û hin xaniyên gundê Mêristekê gihand, her wiha xeta avê û înternetê jî qut kir.

Di hin saziyên medyayî de hat parvekirin ku PKK’ê ev bombe li ser rêya karwanê leşkerî yê Tirkiyeyê çandiye, lê belê di wê demê de ti wesayîteke Tirkiyeyê di wê rêyê de derbas nebûye.

Çavkaniyên xwecihî didin xuyakirin, mebesta PKK’ê ji vê teqînê qutkirina xeta avê û înternetê ye ji wê deverê, ka PKK’e çima dixwaze av û înterneta devera Amêdiyê qut bike, heyanî niha ti agahî ber dest nîne.