Amara zirarên PKKê piştî êrîşa Enqerê li Başûr û Rojava Kurdistanê

120-Hedef-Net

120 Armancên PKKê li Başûr û Rojava Kurdistanê ji 24 Cotmehê ve ketine ber êrîşên asmanî yên dewleta Tirk, hat ragihandin 21 çekdarên PKKê û HSDê di êrîşan de hatine kuştin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk belav kir ku li rojên 24, 25 û 26 Cotmeha 2024ê û di tolhlidana êrîşa li dijî şirketa anonîma pîşesazya fezayê û asîmangeriyê ya Tirk (Tusaş) ya li Kahramankazanê, 120 armancên PKKê û YPGê hatine bombebaran kirin.

Destnîşan kir, di êrîşan de 21 çekdarên PKKê û HSDê hatine kuştin, 17 jê li Rojava Kurdistanê ne.

Di vê derbarê de wezareta parastina netewî ya Tirkiyê ragihand ku êrîşên wan yên li dijî PKKê û YPGê wê bê navber bidomin.

Pustên heman beş