MÎTê berpirsê PKKê Serkan Nazler kuşt

Serkan Nazlier

Îstixbarata dewleta Tirk MÎTê, berpirsekî PKKê yê bi navê Serkan Nazler ku di lîsta reng sora kesên daxwazkirî de bû kuşt.

li gor agahiya ku ajansa Anadolu yê ji çavkaniyên ewlehiyê girtine, berpirsê PKKê Nazler kodnavê wî “Sefkan Amed”e, pilankarê çalakiyên ku rêxistin li Tirkiyê dike, bû.

Hat ragihandin ku MÎTê Serkan Nazler li herêma Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê bi operasyonekê kuştiye.

Nazler di kategorya sora lîsteya kesên daxwaz kirî de bû û pilankarê êrîşa bi roketan ya ku di 2019an da li Başûrê Kurdistanê li dijî baregeheke artêşa Tirkiyê hat kirin, bû.