Ji ber êrişan Tirkiyeyê bajarê Kobanê û 366 gund bê elektirîk man

Ji ber êrişan Tirkiyeyê bajarê Kobanê û 366 gund bê elektirîk man

Ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê, elektirîk li ser navenda Kobaniyê û 366 gundên wê hatiye birîn.

Ji şeva 23ʹê Cotmehê ve artêşa Tirkiyeyê bi dron û firokeyên şer navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, di encamê de 17 kes hatin kuştin, 48 kes birîndar bûn û hejmarek ji saziyên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Li gorî Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Kobanê Ayşe Nasir, firokeyên Tirkiyeyê stasyona elektirîkê ya bajarê Kobanê kir armanc, bi wê re elektirîk li ser 366 gund û navenda bajêr hat birîn.

Ayşe diyar kir ku ji ber derketina stasyona elektirîkê ji xizmetê, bîrên avê jî sekinîn, li kêlek wê jî cihên stratejîk ên li bajarê Kobanê bi temamî sekinîn.

Ayşe li ser asta zirara ku gihîştiye stasyonê diyar kir, ji ber firîna bênavber a firokeyên Tirkiyeyê li asîmanê herêmê û êrişên wê, tîmên taybet nikarin xwe bigihîjin stasyonê û ziraran binirxînin.

Artêşa Tirkiyeyê li kêlek bombebarankirina stasyona elektirîkê, firina otomatîk a bajarê Kobanê bombebaran kir û zirarên madî çêbûn, her wiha depoyên dexlûdanan li gundê Rovî jî hat armanckirin.

Pustên heman beş